Önder Beyter
28 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
AMAN
Urdinê ragihand, zîrveya çaralî ya Sûriyeyê ku duh li Stenbolê hat kirin, li gorî talebên rêveberiya Amanê ye.
Berdevkê Hikûmeta Urdinê Cumane Guneymat di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Encamên zîrveyê li gorî taleba Urdinê ya bidawîbûna krîza Sûriyeyê ye û herwiha li gorî wê helwesta Urdinê ye ku divê çareserî, siyasî be."
Duh li Stenbolê bi beşdariya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê va zîrveya çaralî ku mijara wê Sûriye bû û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî xwediyê malê bû, hatibû lidarxistin.