Önder Beyter
28 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2018
VAN
Li Wanê bi beşdariya 561 personelê cendirme ve sepana "ewlehî û aramiyê" hat cîbicîkirin.
Kontrolên di çarçoveya "Sepana Ewlehî û Aramiyê ya Tirkiyeyê" ku li seranserê Tirkiyeyê tên kirin da di sê qonaxan da hatin cîbicîkirin.
Ligel ekîbên asayîşê yên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê, ekîbên Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze û ekîbên Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê beşdarî sepanê bûn.
Di çarçoveya sepanê da ekîban mekanên giştî yên kêfê kontrol kirin û herwiha li ser kuçe û kolanên herî qelebalix jî nasnameya welatiyan pirsîn.
Herwiha di çarçoveya sepanê da li ser piyan jêpirsîna 8 hezar û 286 mirovî û ya 3 hezar û 556 wesayîtan hat kirin.
Bi tevahî 26 hezar û 172 lire pere cezayê îdarî û yê trafîqê li wesayît û ajokaran hat birîn, 33 kesên ku ji ber sûcên cuda li wan digerin hatin girtin.