24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ANTALYA
Li Antalyayê dema ku wesaîta ekîba cendirmeyan derbas dibû, teqîn çêbû, di teqînê da 2 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li ser rêya Antalya-Kemerê hinda Topçamê dema ku wesaîta ekîba cendirmeyan derbas dibû, teqîn çêbû.
2 leşkerên ku di wesaîtê da bûn, birîndar bûn. Leşkerên birîndar piştî midaxaleya ewilîn rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenizê.
Leşker û polês sewqî herêmê kirin û tevdîra ewlehiyê hildan. Ekîbên pisporê îmhakirina bombeyan jî şandin herêmê.
Ji ber bûyerê rêya ku diçe Antalyayê hat girtin.