07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ÇANAKKALE
Li Behra Egeyê navçeya Ayvacika Çanakkaleyê ji duh ve çendîn car e diheje.
Li gor tesbîta AFADê seet 05.24an de li navçeya Ayvacika Çanakalleyê li Behra Egeyê bi pîleya 5,2 erdhej hat meydanê û piştî wê bi pîleyên 4,3 û 4,2 du hejînên din çêbûn.
Hat diyarkirin ku hejîn bi kûrahiya 8,8 û 3,95 kîlometre bûne.
Do jî seet 06.51î û 13.58î de bi meziniya 5,3 pîleyî erdhej çêbûn.
Di hin malan û camiyan de xisar çêbûbû.