07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
KONYA
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da Konya navend li 30 bajarî der heqê 102 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn. Di nav van da rêvebirên payebilind jî hene.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze ya Midûriya Emniyetê li dijî kesên ku ji rêxistinê ra fînansê peyda dikin û tevlî fealiyetên rêxistinê dibin, lêpirsîn dan destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê da kesên ku di rêxistinê da çalak in hatin tesbîtkirin.
Navenda Konya, li 30 bajarî ji bo girtina 102 kesên ku der heqê wan da biryara binçakirinê hat dayîn, operasyona hemdem dan destpêkirin.