18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
HAKKARİ
Piştî ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî li Şaredariya Yuksekovayê cîgirê şaredar hat wezîfedarkirin, bi xebatên binesazî û navenda navçeyê va reng û rûyê navçeyê guherî û deynê berê yê şaredariyê jî hat dayîn.
Piştî operasonên serkeftî Yuksekova ji terorîstan hat safîkirin û piştra ji bo cî û warên ku PKKa rêxistina terorî li navçeyê xerab kirin xebatan dest pê kir.
Li navçeyê hewcedarî bi xizmetê hebû û di 19ê berfanbara 2016an da li Şaredariya Yuksekovayê cîgirê şaredar hat wezîfedarkirin. Şaredarî ji binesaziyê bigre heta nava navçeyê, ji werzişê bigre heta fealiyetên civakî di gelek qadan da xizmet dan destpêkirin.
Şaredariyê ji nû va dest bi xeta kanalîzasyona 300 metreyî kir û heta niha ji sedî 85ê xetê kuta bûye.
Şaredariyê li navçeyê 103 kîlometre asfalt çêkir û 2 milyon lîre deynê esnafan ku ji rêveberiya şaredariyê ya dewra DBPê mabû jî hemû da.
Ji bo çareserkirina ava vexwarinê ya Yuksekovayê jî şaredarî xebata projeyê dimeşîne û şaredariyê dest bi çêkirina tesîsa dawerbandina avê jî kir.
Li navçeyê li baxçeyê 13 dibistanan bank û alavên lîstikê hatin bicihkirin û herwiha li Parqa Avaşînê jî alavên werzişa derva hatin bicihkirin.
Dîsa li sê parqên navçeyê xebatên verastkirinê hatin kirin û ji bo hêşînkirina bajêr 13 hezar şitil hatin belavkirin. Herwiha bi alîkariya şaredariya destebirak Şaredariya Duzceyê va li ser Kolana Cengîz Topel û Kolana Îpek Yolu xebatên ronîkirina refujiyan, çêkirina peyarê û peyzajê dewam dikin.
Ligel hîbeyên ji Yekîtiya Şaredariyan 4 otobus, 5 pîqab, 3 loder, qirêderek, kamyonetek, arazozek û wesayiteke veguhastina cenazeyan li wesayitên şaredariyê hatin zêdekirin.
Ji bo ku ciwan berê xwe bidin werzişê, di 11 şaxan da alavên werzişê li qedera 500 werzişvanî hatin belavkirin.
Herwiha yarîgeha bajêr ya ku pêşbirkên Yuksekova Belediyespor lê tên kirin, jinûva hat temîrkirin û verastkirin.
Dîsa seba ciwan û xwendekaran bi hevkariya Şaredariya Yusekovayê û Wezareta Ciwanî û Werzişê va li Parqa Avaşînê "kafe pirtûk" hat çêkirin.