12 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2015
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku der heqê bûyera ku li Şirnexê "cenazeyê terorîstekî erdê ra hat kaşkirin" da 2 polêsên têkildar ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da wiha hat gotin:
"Heftêya çûyî li Şirnexê cenazeyê terorîstekî erdê ra hatibû kaşkirin. Der heqê vê bûyerê da jêpirsîn hat kirin û 2 personelên ku tevî vê bûyerê bûn, bi destê mifettişan ji wezîfeyê hatin dûrxistin."