Türkan Tosun
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
GAZÎANTEP
Li Gazîentab, Kilîs û Şanliurfayê mij û dûmaneke zêde heye.
Serê sibê li herêmên bilind ên Gazîentabê mij çêbû û şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Mesafeya dîtinê heta 15 mêtroyan kêm bû û germahiya hewayê jî 16 pile hat pîvan.
Polêsan hişyarî dan şofêran ku bila bilez neçin û mesafeya şopandinê ya wesayîtên li pêş baş biparêzin.
- Kilîs
Li navenda Kilîsê û navçeyên Polatelî û Musabeyliyê ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê heta 10 mêtroyan kêm bû.
Şofêrên li ser xeta Kilîs-Hatay û Kilîs-Gazîentabê wesayîtên xwe dajon lempeyên xwe yên mijê vekirin û wisa diçin.
Rayedaran hişyarî da ku bila şofêr kemberên xwe yên ewlehiyê girê bidin, bilez neçin û mesafeya xwe ya şopandinê biparêzin.
- Şanliurfa
Li Şanliurfayê jî serê sibê bi taybetî li cihên bilind piştî baranê mij çêbû.
Mesafeya dîtinê heta 50 mêtroyan kêm bû, germahiya hewayê jî wek 9 pile hat pîvan.
Polêsan hişyarî dan şofêran ku bila bilez neçin û mesafeya şopandinê ya wesayîtên li pêş baş biparêzin.