Önder Beyter
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
KARS
Li Qersê servîsa xwendekaran welgeriya û di encamê da 11 jê xwendekar 13 kes birîndar bûn.
Mînîbusa ku plaqeya wê 36 M 0438 û ajokarê wê jî Guven Kartay ye, gava ji gundê Azatê xwendekar dibirin navenda Qersê, li tanga gundê Karacaorenê welgeriya.
Ajokarên din ên ku qeza dîtin, xeber dan ekîbên 112 Servîsa Bilez û cendirmeyan.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qers Harakanî û Nexweşxaneya Navenda Lêkolîn û Sepana Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.