11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
BATMAN
Li Sasona navçeya Batmanê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da depoya teqemeniyan hat dîtin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li ser îxbara ku li herêma Kuçuk Tepeya Heybeliyê wê endamên rêxistina êrîşa bombeyî bikin hêzên ewlehiyê derketin operasyonê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di operasyonê da depoya teqemeniyan hat dîtin û wiha hat gotin: "Di depoyê da 2 kîlogram teqemeniya C4, 25 kîlogram amonyum nîtrat, 5 hezar mêtro têla bobînê, 200 mêtro qabloya ceyranê, 12 bandên ceyranê, 9 bandên koliyê, 5 silîkon û gelek melzeme hatin qefaltin."
Hat diyarkirin ku melzemeyên teqemeniyê ji bo lêkolînê şandin Serokatiya Daîreya Krîmînal a Cendirmeyan û melzemeyên din tevî depoyê hatin îmhekirin.