Fatih Gazioğlu
26 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê 3 hezar kes beşdarî "fitara biratiyê" bûn.
Bername bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê, Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Bursayê (BTSO) û Qaymeqamtiya Bazîda hat organîzekirin.
Bernameyê bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê Alînur Aktaş diyar kir ku ji bo yekîtî û hevrabûnê navçeya Bazîdê mînakeke gelekî baş e.

Aktaş got li Tirkiyeyê em hemû bira ne û wiha axivî:
"Em ê li hevdu xwedî derkevin. Şibiya sifreyên meha Remezanê em ê her dem bi hev ra bin. Ez par dema ku şaredarê navçeya Înegolê bûm ji bo alîkariya şaredariya Bazîdê hatim wezîfedarkirin. Hevalê me Qaymeqam Ulaş Akhan li vê derê xebatên gelekî baş kirin. Bazîd êdî diguhere. Kolan û kuçeyên Bazîdê êdî paqij in û mekanên dîrokî derketin holê."
- "Eger biratî dewam bike, coxrafyaya Îslamê jî wê bihizûrtir be"
Qaymeqam û Wekîlê Serokê Şaredariya Bazîdê Ulaş Akhan jî got Bazîd bi xebatan 2 salan de gelekî pêşve çûye û wiha dewam kir:
"Înşellah ji vê şûn da jî pêşketina Bazîdê wê dewam bike. Ya herî girîng jî ew e êdî li Bazîdê hizûr û temînat heye. Ev wiha dewam bike Bazîd wê bibe navenda turîzm, çand û navenda bazirganiyê. Eger biratî dewam bike, coxrafyaya Îslamê jî wê bihizûrtir be."
Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Bursayê (BTSO) Îbrahim Burkay, Seroka AK Partiyê ya Navçeya Bazîdê Nebahat Oner, karsazên Bursayî, nûnerên STKyan, mixtar û bi hezeran welatî beşdarî bernameyê bûn.