Haydar Şahin
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
BÎTLÎS
Li Hîzana navçeya Bedlîsê di operasyona dijî PKKa rêxistina terorî da sîleh û cebilxane hatin girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku li gundê Gungorenê û gomên Erdogan û Baltacika ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî, îmhakirina sitargeh û holikan do ekîbên Fermandariya Cendirmeyên bajêr operasyon kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di lêgerîna li malan da 2 mawzêr, demançeyek û cebilxaneya van sîlehan hatin girtin û hêzên ewlekariyê bi piştevaniya gelê herêmê ji bo pêkanîna hizûr û îsitqrarê têkoşîna dijî terorîstan bi biryardarî didomînin.