Fatih Gazioğlu
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
MUGLA
Serokwezîr Yildirim: "Piştî erdhejê tespîta teqez wiha ye, li Bodrûmê 3 avahiyên xalî û xirabûyî yên ku nayên xebitandin hene. Di 32 avahiyan da jî xesareke giran çêbûye û ji bilî van jî xesareke din tuneye."
"(Der barê erdheja li Behra Egeyê da) Ji bo Yewnanistan û gelê Yewnanistanê derbasî be. Cîran di êşan da şirîkê hev in, di kêfan da şirîkên hev in. Ji ber vê jî divê mirov jan û kedera cîranê xwe parve bike. Ev yek pêwîstiya cîrantiyê ye. Ji gelê yewnan ra jî derbasî be. Bi vê wesîleyê em ji rêvebirên wan ra jî silav dişînin. Em dibêjin Xwedê careke din memleketê me bi afatên wiha îmtihan neke."