Haydar Şahin
03 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
BURSA
Li Yildirima navçeya Bursayê li nêzî Midûriyeta Şaxa Hêza Çevîk teqîn çêbû û di teqînê da polêsek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, li nêzî pireya Çemê Hacîvatê ya li tanga Midûriyeta Şaxa Hêza Çevîk a li ser rêbeja Bursa-Enqereyê teqîn çêbû.
Di dema teqînê da polêsekî ku peyatî ji wê derê ra derbas dibû birîndar ket. Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê polêsê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Gelek ekîbên polêsan û ambulans sewqî dewsa bûyerê kirin.
Ekîbên polêsan dinirxînin ku teqemeniya bi destan hatiye çêkirin di poşetê da danîne wê derê û lêkolîna li herêma teqînê hê dewam dike.
Wekî mayîn Osman Akê Midûrê Ewlekariya Bajêr jî hat dewsa bûyerê û agahî sitand.