08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
BÎNGOL
Li dorbera Yedîsuya navçeya Bîngolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da sitargeheke ji 5 odeyan pêk tê hat îmhekirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyan 7ê hezîranê li dorbera Elmaliya gundê Yedîsuyê derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin di operasyonê da sitargeheke ji 5 odeyan pêk tê hat tesbîtkirin û di sitargehê da hin cebilxane û gelek xwarin û xurek û melzemeyên curbecur hatin dîtin.
Li gor agahiyan li ser telîmata dozgeriyê sitargeh hat îmhekirin û hin melzeme ji bo delîlan bi destê Fermandariya Cendirmeyan hatin mihafezekirin.