Önder Beyter
21 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2018
SRÎNAGAR
Li Hindistanê li herêma Camû Keşmîrê hêzên ewlekariyê û têkoşer bi hev çûn û di encamê da 3 jê têkoşer, 5 jê sivîk 8 kes hatin kuştin, 35 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Hindistanê ragihand ku pevçûn li herêma Kulgam ku di bin dorpêça eskeran da ye, li gundekî qewimî.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku pevçûn gur bû û xwepêşanderên dijî Hindistanê hatin alîkariya têkoşeran û kevir avêtin hêzên ewlekariyê.
Herwiha hat gotin ku di şer da 3 têkoşer hatin kuştin û di midaxaleya hêzên ewlekariyê da jî 35 kes birîdar bûn.
Şahidên pevçûnê jî diyar kirin ku hêzên ewlekariyê di şer da mala sivîlekî teqand û di teqînê da jî 5 sivîl hatin kuştin.
Pirsgirêka Keşmîrê
Îngiltere di sala 1974an da dema ji Hindistanê derket wê demê Keşmîr bi mîrîtêyê dihat birêvabirin û di mijara hilbijartina alî da ew serbest hişt. Keşmir jî ji Hindistan û Pakistanê kîjanî bixwesta dikaribû derbasî wî aliyî bibe. Mîrektiyên wê demê bi piranî li gor nijad û baweriyên xwe aliyên xwe hilbijartin û Mîrê Cammû Keşmîrê yê wê demê di cotmeha sala 1947an da Keşmîra ku ji sedî 90 xelqê wê misilman bû da ser Hindistanê. Gelê misilman ê Kaşmîrê jî li dijî vê biryarê derket û li ser vê jî Pakistanê eskerên xwe şand herêmê. Li ser vê di navbera herdu welatan da cara ewil şer di sala 1947an da derket. Herwiha di navbera herdu welatan da ji ber heman sedemê cardin di 1965 û 1999an da şer derket.
Niha ji sedî 45ê herêma Keşmîrê di bin kontrola Hindistanê da, ji sedî 35ê wê di bin kontrola Pakistanê da û ji sedî 20 jî di bin kontrola Çînê da ye. Qismê Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê da ye bi navê "Keşmîra Azad" û qismê ku di bin kontrola Hindistanê da ye jî bi navê "Cammû Keşmîr" tê zanîn. Li Hindistanê misilman herî zêde li herêma "Cammû Keşmîr"ê ne.
Di sala 1948an da Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryarek da ku bila li herêma Keşmîrê esker nemînin û li herêmê referandum bê kirin. Hindistanê Keşmîra di bin kontrola Pakistanê da wek axa xwe îlan kir lê Pakistanê û şêniyên Keşmîrê jî xwestin ku referanduma KENY wek heqek dabû bê sepandin.