Önder Beyter
21 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku ciwanî, garantiya Tirkiyeyeke bihêztir û dewlementir e û wiha got, "Yê ku ciwanên xwe îhmal dikin, siberoja xwe jî dixin xetereyê. Wate, ne mumkin e dewleteke ku qîmet û girîngiyê nede ciwanên xwe, li ser piyan bimîne."
Serokomar Erdogan di merasima vebûna Navenda Giştî ya Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê (TUGVA) li Eyupsultanê da axivî û got ku bîna bira li Tirkiye, milet û ciwanan bi xêr be.
Erdogan bal kişand ku TUGVA ne bi tenê derfeta starê dide ciwanan û wiha dewam kir, "TUGVA herwisa ji bo bi deh hezaran ciwanên me ku temen û asta perwerdeya wan ji hevdu cuda ye, dibe dibistan û zanîngheke duyemîn."
"Ciwanî garantiya Tirkiyeyeke bihêztir û dewlementir e"
Serokomar Erdogan bal kişand ku ew hewl didin ku astengiyên di navbera ciwanan û xeyalên wan da rakin û wiha pê da çû:
"Ciwanî garantiya Tirkiyeyeke bihêztir û dewlementir e. Yê ku ciwanên xwe îhmal dikin, siberoja xwe jî dixin xetereyê. Wate, ne mumkin e dewleteke ku qîmet û girîngiyê nede ciwanên xwe, li ser piyan bimîne. Ev 16 sal e em jî bi vê hişmendî û helwestê va têdikoşin da ku xwedî li ciwanên xwe derkevin û wan qenc perwerde bikin û bigihînin."
"Tu ewladekî me ji ber bawerî û şekl û şemalê xwe tûşî miemeleyeke cudakeriyê nayê"
Serokomar Erdogan got ku wekî milet em li ber dergehê serdemeke nû ne ku navê vê serdemê jî jinûva vejîn, jinûva serxwerabûn e û wiha dewam kir, "Me welatekî wiha saz kir ku tu ewladekî me ji ber bawerî, cilûberg û şekl û şemalê xwe tûşî miemeleyeke cudakeriyê nayê. Ev, ew serdem e ku emê hedefa xwe ya Tirkiyeya mezin bînin cih. Milekê wê bi erdnîgariya me ra eleqedar e lê ev ne hedefeke dagirkeriyê ye. Di 16 salên dawîn da qada azadiya tu kesî, tu welatiyekî an jî grubeke dinî û nijadî teng nebûye û li dijî wan tu midaxale nehatiye kirin."
"Em ê jî bi neferên mihrîbanî û dilovaniyê ra bimeşin"
Serokomar Erdogan diyar kir ku gelek carî ew tûşî renxneyên neheq û bêînsaf tên û wiha dewam kir, "Lêbelê tiştên ku li dijî me tên kirin, me tuwextî li dijî yên din nekirin. Ew dikarin bikevin milê terorîstan û ji Enqereyê bimeşin Stenbolê. Em ê jî bi neferên mihrîbanî û dilovaniyê ra bimeşin û em ê di vê meşa xwe da berdewam bin jî."