07 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
ÇANAKKALE
Li Çanakkaleyê 54 qaçaxên biyanî yên dixwestin bi qaçaxî derbasî Girava Midîlliyê ya Yewnanistanê bibin hatin qefaltin.
Ekîbên li herêmê derketibûn dewriyeyê li peravên Kadirga û Dutê du kom tesbit kirin.
Hat destnîşankirin bi operasyonê 54 qaçaxên biyanî yên ji Efxanistan, Kongo, Keamerun, Gîne û Sûriyeyê ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Girava Midîlliyê ya Yewnanistanê bibin hatin qefaltin.
Li gor agahiyan qaçax anîn Qereqola Peravê ya Kuçukkuyuyê û piştî kar û barên fermî teslimî Navenda Biyanî û Qaçaxan a Ayvacikê kirin.