Ekip
20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê giringiya zarokan de got: "Bi saya hin saziyên me yên sivîl û umûmiyê li gelek dewletan em ji bo zarokan xebatên alîkarî, perwerde û tenduristiyê dikin. Li derekê însan, bi taybetî jî zarok hebin em li pîvaneke din nagerin. Li dinyayê di vê mijarê da piştî Emrîkayê Tirkiye di rêza duyemîn da ye. Lê heger em li gor dahatûya neteweyî binihêrin Tirkiye di rêza yekê da ye. Lewra derdê me heye. Em ê tim li cem mezlûm û mexdûran cî bigirin."
Serokomar Erdogan, li Merasima Pêşwaziya Serokomariyê di 23ê Nîsanê de ku wek Şahiya Zarokan tê pîroz kirin û îsal ji aliyê TRTyê ve 39emîn carî tê lidarxistin axivî.
Serokomar Erdogan, der barê rewşa zarokan de wiha axivî: Bi saya hin saziyên me yên sivîl û umûmiyê li gelek dewletan em ji bo zarokan xebatên alîkarî, perwerde û tenduristiyê dikin. Li derekê însan, bi taybetî jî zarok hebin em li pîvaneke din nagerin. Li dinyayê di vê mijarê da piştî Emrîkayê Tirkiye di rêza duyemîn da ye. Lê heger em li gor dahatûya neteweyî binihêrin Tirkiye di rêza yekê da ye. Lewra derdê me heye. Em ê tim li cem mezlûm û mexdûran cî bigirin."
Herwiha behsa mirinê kir û der barê êkiliya wê bi zarokan re jî got: "Her mirin zû ye, belê mirina zarokan birastî zûtir e. Em dixazin zarok bijîn. Bila bijîn ku gava mezin bûn dinyayeke xweş ava bikin. Em dixwazin zarok xwe di ewlehiyê de hîs bikin, ji xwarinê heta cil û bergan, ji perwerdeyê heta tendurîstiyê em dixwazin hemû xizmeta wan bibînin. Ji ber vê îhtiyaca me bi we heye. Lazim e hûn ewil ji dayîk û bavên xwe, ji mamosteyên xwe hetanî hemû mezinên welatê xwe ku bi we re hesas hereket bikin, bixwazin. Bawer bikin hûn bixwazin wê ev çêbibe."