22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ŞIRNAK
Şaredariya Cizîrê di çarçoveya amadehiyên ji bo Remezanê da Mizgefta Hizûrê boyax kir.

Ji ber ku boyaxa mizgefta li navenda bajêr a ku gel û esnafên navçeyê îbadetên xwe lê dikin xirab bibû, Şaredariya Cizîrê ji bo ku mizgeft pak û paqij xanê bike xebat da destpêkirin.
Bi temamkirina boyaxa eniya derva ya mizgeftê va Kolana Orhan Doxan û Kuçeya Hunerê ew ê ji berê xweşiktir xanê bikin.

Gelê navçeyê diyar kir ku ji ber vê xebatê kêfxweş bûne, ji bo vê jî ji Şaredariya Cizîrê ra sipas kirin.