Pisporê Cerahiya Damar û Dil Prof. Dr. Nezîhî Kuçukarslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku nexweşên dil, ên ku emelîyata dil bûne di remezanê de ji bo tendurîstiyên divê xwe miqate bin.
Kuçukarslan got ku herî zêde jî kesên emelîyata baypasê bûne divê bijîjkên xwe bipirsin ku rojî girtin ji bo wan pirsgirêk e an na û wiha axivî: "16 saet tî mayîn, derman nexwarin di van nexweşan de dibe sedema xitimandina damarên koroner an jî greftên bi emeliyata baypasê ve hatine kirin bixitime. Dema di navbera fitar û paşîvê de divê zêde av bê xwarin û xwîn avkî bibe. Pîvana avê li gor kîlo, bejn, hereketên di nav rojê û kêmasiya avê hema hema nîvendî 3 lître ye. Mîktara vê avê hinek bi xwarinan ve dikeve bedena mirovan. Xwarinên wek xoşafê ya ku enerjiyê dide di remezanê de pir girîng e."