14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Civîna Mixtaran a 32yemîn de axivi.
Erdogan got ku ji vir pê va ji bo terorîstan aramiyê tunebe û wiha axivî: "Ji niha pê va ji bo terorîstê serê çiya, terorîstê nav bajêr û ji yên ku piştgiriyê didin wan ra piçek jî hizûr tuneye, rihetî tuneye, bila ev wiha bê zanîn. Ez ji vê derê gazî hemû welatiyên xwe dikim. Li gor xala 104emîn a qanûna bingehîn ez wek Serokê Komara Tirkiyeyê li dijî rêxistinên terorê PKK, FETO, DHKPC û yên din seferberiya neteweyî îlan dikim."
"Dema ku em dijîn herî kêm qasî Herba Îstiqlalê girîng e"
Serokomar Erdogan got ku rewşa ku Tirkiye niha tê de ye pir girîng e û wiha dewam kir: "Dema ku em dijîn herî kêm qasî Herba Îstiqlalê girîng e, kirîtîk e. Di girîngiyeke heyatî da ye. Piştî Şerê Cihanê yê Ewil hêzên wê çaxê Tirkiye di Anadoluya Navîn da asê kirin, dixwestin ku bi peymana Sewrê va Tirkiyeyê bi hinek erd va bihêlin. Wek ya ku îro li Helebê dikin. Em ê destûrê nedin kesên ku dixwazin welatê me bikin wêrane. Li Sûriye, Iraq, Libyayê û li gelek ciyan ev kirin, lê belê ewê nikaribin vê bînin serê me. Em ê wê rojê nîşanî wan kesên ku li bendê ne cinazeyê hezkiriyên me, zarokên me di hemêza me da bin em bigrîn, nedin."
Erdogan destnîşan kir ku li ser herêmê û weletê lîstikên bixîn tên lîstin û wiha pê de çû: "Îro hem li ser herêma me û hem jî li ser welatê me lîstikên pir veşartî, pir nemerd, pir bixwîn tên lîstin. Tişta ku ez jê ra dibêjim hişê jorîn, heroj bi şeytaniyên nû dertê pêşiya me, dixwaze tovên nû yên nîfaqê li herêma me bajo. Dixwaze bi hisîrê bixwîn, bi şerê navxweyî, bi şerên mezhebî va siberoja herêma me tarî bike. Em bi vê rastiyê beled in ku ev, şerekî bona bidestxistina hêzê, pêşbaziyeke bona bidestxistina hêzê ye."
- "Roj ne roja gijgijînê, pevçûnê, neyartiyê ye"
Erdogan behsa operasyonên li hember PKKê kir û wiha axivî: "Di operasyonên navwelêt û derwelêt yên li dijî PKKê da hejmara mirî, birîndar û girtinên rêxistinê bû 9 hezar û 500. Di nav van da gelek serkirdeyên destxwînî jî hene. Di operasyonên dijî rêxistîbûna rêxistina terorê da ji 40 hezarî zêdetir binçavkirî, 10 hezar û 500î zêdetir jî girtî hene. Roj ne roja gijgijînê, pevçûnê, neyartiyê û derxistina defterên rojê berê ye. Heke li hemberî van êrîşan em yekîtî û bihevratiya xwe xurt nekin û bi îradeyeke mîna pola û bi biryardarî li pêş nesekinin tu kes ji me wê nikaribe bi ewle li pêşeroja xwe mêze bike.
Serokomar Erdogan li hember rêxistinên terorê meydan xwend û wiha axivî: "Heke me serê wan kesên ku qesdî biratî, yekitî û bihevrabûna gelê me dike nepelixînin em nikarin bekaya xwe pêk bînin. Heke em dest û nigên kesên ku hewl didin alaya me daxin neşkênin em ê li ber şehîdên xwe mehcûb bimînin. Em ê çavên kesên ku çav berî bihustek erdê me da ne derxin, ev deynê me yê namûsê ye, bira ev jî wisa bê zanîn. Ez bangî hemû hêzên me yên ewlekariyê dikim; li dijî fealiyetên rêxistinên terorê dewleta we jî miletê we jî li cem we ye, li pişt we ye. Bi tu awayî dudil nebin û erkên xwe heya dawiyê biemilînin."
"Îro hevdîtineke min wê bi Birêz Putîn re çêbibe"
Erdogan got ku ew û Serokê dewleta Rûsyayê Putîn wê hevdîtinekê bikin û wiha dewam kir: "Îro ber bi êvarê hevdîtineke min a din wê bi Birêz Putîn re çêbibe. Wezîrê me yê Karên Derva û Musteşarê MÎTê jî dişopînin. Ji bo ku em encamekê bi dest bixin em hê jî dişopînin. Di qadê de rewş tevlihev e. Li ser lihevkirinê hê çend saet derbas nebûn, hêzên rejimê agirbest xirab kirin û cardin êrîşê sivîlan kirin. Ji ber wê em bi baldarî tevdigerin."
Rejima Esed li Helebê bi eşkere sûcê şer, sûcê mirovahiyê dike"
Erdogan behsa şerê li Helebê kir û wiha got, "Tirkiyeya ku hêviya mezlûman e gelê Helebê bi tena serê xwe nehîşt, ew ê nehêle jî. Çi dibe bira bibe ji bo xilaskirina canê mesûmekî çi ji destê me bê em ê bikin. Pê bawer bin, niyeta ewên ku dixwazin Tirkiyeyê ji El Babê dûr bidin sekinandin û kesên ku dixwazin rêbaza têkoşîna dijî terorê ya me bê taqet bixin xwediyê heman niyetê ne. Ev agirbesta ku bi saya gelek hewl û xebatên Tirkiyeyê ket rewacê belkî jî ji bo mesûmên li Helebê hêviya herî dawîn e. Ji ber vê jî ez bangî hemû alî û civaka navneteweyî dikim ku bila li gor agirbestê tevbigerin û piştgiriyê bidin. Korîdora mirovahiyê demildest û bêyî tu astengdarî û sabotajê divê bê vekirin û ji bo mirovên mesûm ji Rojhilatê Helebê bi sax û silametî derbikevin destûr bê dayîn. Rejima Esed li Helebê bi eşkere sûcê şer, sûcê mirovahiyê dike. Kesên piştgiriyê didine wî jî di nav da divê êdî her kes vê yekê bibîne."
"Ey Neteweyên Yekbûyî hûn li ku derê ne?
Serokomar Erdogan bangî Neteweyên Yekbûyî kir û wiha got: "Ji bo birayên me yên ji şerê Helebê xilas bûn emê arîkaryê bişînin, me hemû tewdîrên xwe girtin. Ey Neteweyên Yekbûyî hûn li ku derê ne? Em ji bo arîkariyê amade ne, lê korîdorek lazim e. Hinek niha diçin Îdlibê eger ew kes hez bikin bên Tirkiyeyê bila werin, em amade ne."
Erdogan got yên ku li hember Tirkiyeyê şer dikin negihiştine tu armanceke xwe û wiha dewam kir: "Ji vir şûn de li ber ronahiya rastiyên ku li ber me ne, heyama Şerê Xilasbûnê, heta wisa ku heyama Şerê Çanakkaleyê û serkeftinê ye. Yên ku bi saya rêxistinên terorê û çeteyên îxanetê li hember Tirkiyeyê şer dikin, heta îro negihiştine tu armanceke xwe."