18 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Li Dîcleya navçeya Diyarbekirê 3 teqemeniyên ku bi destê PKKya rêxistina terorê li erazî hatibûn bicihkirin, hatin îmhekirin.

Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên cendermeyan 16yê tebaxê li bakurê navçeya Dîcleyê derketin operasyone. Tîman di encama lêgerîn û kontrolên xwe da hin teqemeniyên ku ji aliyê PKKya rêxistina terorê va li erazî hatibûn bicihkirin, tespît kirin.

Teqemenyên hatin tespîtkirin li ser telîmata dozgeriyê bi destê pisporên îmhekirina bombeyan va hatin îmhekirin.