30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da li 522 zeviyan 43 milyon û 920 kok kirkirk hat girtin.
Li dorberê Liceya navçeya Diyarbekirê operasyona ku hêzên ewlekariyê li dijî rêxistina terorê dimeşînin, dewam dike.
Li çil û çiyayên navçeyê ji bo derdestkirina endamên rêxistinê û rêveberên payebilind, xirabkirina depo, stargeh û holikan, îmhekirina hişbira pê rêxistin tê fînansekirin, operasyon tê kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, di operasyonê da li 522 zeviyan 43 milyon û 920 kok kirkirk û 8 ton û 800 qiram esrara toz hat girtin û hat îmhekirin.
Wer tê texmînkirin ku di operasyonê da bitevahî 60 milyon kok kirkirkê bê girtin.
Wek mayîn hat ragihandin ku di operasyonê da 6 terorîst hatin girtin, 23 kesên ku der heqê wan da biryara girtinê heye hatin derdestkirin.