30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
MOSKOVA
Serokwezîrê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev ji bo berbendiyên aborî yên li ser Tirkiyeyê diyar kir ku wê bere bere bên rakirin.
Medvedev di civîna hikûmetê ya li Moskowaya paytextê Rûsyayê da xeberda û got ku li ser telîmata Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn berbendiyên aborî yên li ser Tirkiyeyê wê bi dawî bibin.
Serokwezîrê Rûsyayê Medvedev destnîşan kir ku esnaf û cotkarên li welêt ji bo zirarê nebînin astengiyên aborî yên li ser Tirkiyeyê wê bere bere bên rakirin û ji bo ewlehiya tûrîstên ûris jî ji meqamên Tirkiyeyê wê hin garantî bên xwestin.
Putîn û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh li ser têlefonê xeberdan û ji bo têkiliyên di navbera herdu welatan da asayî bibin li hev kiribûn.