30 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Li Dicleya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 4 şikeft û 3 sitageh hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê hat diyarkrin operasyona li bakurê Dicleyê li daristan û dorberê navçeyê 27ê îlonê di saet 20.00an da dijî rêxistina terorê dest pê kir do bi serkeftî temam bû.
Hat diyarkirin di operasyonê da 4 gumanbarên bi PKKyê ra hevkarî kirine hatin binçavkirin û li gundên Kirkpinar, Taşagil û Kurşunluyê û mezereya Tekeyê 4 şikeft û 3 sitageh hatin îmhekirin.
Di xebatên lêgerînê da ji şikeft û sitagehên rêxistinê çek, cebilxane, teqemenî û amûr û melzemeyên curbecur derketin.
Li gor agahiyan hin çek, cebilxane û melzeme bi telîmata dozgeriyê wek delîl hatin parastin û yên din jî hatin îmhekirin.