12 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
DİYARBAKIR
Di daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li navnîşanên 2 şikbaran ên li gundên Ozyar û Xirabeyê yên dibe ku sîlah û cebilxaneya PKKya rêxistina terorê tê da hebin geriyan.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîb li 5 navnîşanên ku li gundên Xirabe û Ozyarê ne û der û dora wan in geriyan û wiha hat gotin:
"Di lêgerînan da 3 keleşkof, tivingeke G-1, 2 debançe, MP-%ek, 3 tivingên nêçîrê yên bêrûsqet, 34 fîşeng, 41 jarjor û gelek cebilxaneya van çekan, 2 êlegên şer û dengbireke sîlahan hatin girtin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 2 şikbar hatin binçavkirin û lêpirsîn hê dewam dike.