12 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
ANKARA
Di operasyona Mertalê Feratê da balafirên Hêzê Çekdar ên Tirkan li rojavayê Salwayê operasyona esmanî kirin û di operasyonê da 18 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Hêzê Çekdar ên Tirkan da hat diyarkirin ku di serî da DEAŞ ji bo berterefkirina rêxistinên terorê û ewlehiya sînor di roja 81emîn da operasyona Mertalê Feratê li bakurê Sûriyeyê digel hêzên koalîsyonê dewam dike.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da do bi alîkariya Koma Hêzên Taybet ku ji mixalifan pêk tê li Şadir û Tîleliyê kontrol hat bi dest xistin û kar û barên îmhekirina mayîn û teqemeniyan dewam dike.
Di şer û pevçûnên nav rojê da 5 muxalif şehît ketin û 18 muxalif jî birîndar bûn û ji DEAşê jî 5 milîtan mirin.
Ji destpêka hereketê heta niha hêzên muxalif 189 deverên ku hema bêje ji 530 kîlometreqereyî pêk tê xistin bin kontrola xwe.
- Hezar û 506 bombeyên destçêkirî hat îmhakirin
Di çarçoveya hereketê da 73 hedefên DEAŞ û 2 hedefên PKK/PYDyê hatin îmhakirin.
Di hereketa hewayî ya ku Hêzên Hewayî yên Tirk li rojavayê Salwayê pêk anîn da 18 endamên DEAŞê hatin kuştin, 2 avahî, 2 navendên kontolê û wesayîtek jî hat îmhakirin.
Li herêmên Salwa û Şûwayxet Şadirê hêzên koalisyonê 6 êrîş birin ser endamên DEAŞa rêxistina terorê û di êrîşan da 10 terorîst hatin berterefkirin.
Wek mayîn doçkayek, wesayîteke bi sîlah û 3 avahiyên ku endamên DEAŞa rêxistina terorê bi kar dianîn hatin îmhekirin.
Ekîbên tesbîtkirin û îmhekirina teqemeniyan ên ku piştgiriyê didin mixalifan li herêmên ku ji DEAŞa hatin paqijkirin 11 teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin bi kontrol îmhe kirin. Ji destpêka herekatê virda 36 mayîn û hezar û 506 teqemeniya ku bi desta hatiye çêkirin hatin îmhekirin.
Teyareyên bêmirov li ser xeta sînorê Sûriyeyê xebatên çavdêrî û keşfê didomînin.