13 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorî de terorîstek û 2 kesên ku alîkariya rêxistinê dikirin, hatin girtin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê Operasyona Muşterek a Bayrak-41 Cendirmeyê Şehîd Tolga Topçuoglu ya ku di 5ê adarê de li navbera bakurê navçeyên Qulp, Lice û Hênêyê û çiyayên li ser sînorê Bîngolê de hatibû destpêkirin dewam dike. Hat gotin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, hêzên ewlehiyê û gundparêz bi tevahî 7 hezar personel di operasyonê de wezîfedar in.
Di 12ê adarê de li 2 gund û mezrayên girêdayî navçeya Liceyê di 8 malan de lêgerîn hat kirin. Terorîstekî ku di 24ê sibatê de li gundê Tureliya navçeya Liceyê di pevçûnê de reviyabû û 2 kesên ku alîkariya rêxistinê dikirin bê çek hatin girtin.
Di operasyonê de 4 cil û bergên terorîstan, 4 tulumê xewê, 10 bêtêl, konekeî mezin hat bidestxistin, 19 stargeh û 7 mewzî hatin îmhakirin. Gelek dokûmanên rêxistinî û alavên xwarin û lixwekirinê jî hatin îmhakirin.
6 tupên 12 kîloyî yên ku bi 300 kîlo amonyum nîtratê ve pê teqemeniya bi destan hatine çêkirin, hezar û 600 mêtro kablo, 8 pîl ji hêla pisporan ve hatin teqandin.
Ji bilî vê 283 kîlo esrara toz, 58 kîlo esrara kubar bi tevahî 341 kîlo esrar hat bidestxistin.