08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da 2 gundparêz şehî bûn, yek jî birîndar bû.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku gundparêz Îhsan Gur ê ku ligel tîmên komandoyên cendirme li nêzîkî gundê Dagcilar ê Sîlwanê derketibû operasyonê, pê li teqemeniya destçêkirî ya ku terorîstan çal kiribû, kir.
Hat diyarkirin ku di encama teqînê da gundparêz Îhsan Gur û Cevat Bîlgîç li ciyê bûyerê şehîd ketin, gundparêz Murat Bartev jî birîndar bû.
Dîsa di dauyaniyê da hat gotin ku ew ji bo gundparêzên şehîd ji Xwedê rehmetê û ji gundparêzê birîndar ra jî şifayê dixwazin û herwisa serxweşiyê didin malbata wan û hevalên wan ên gundparêz.
Herwiha bal hat kişandin ku seba aramî û ewlekariya welatiyên li herêmê, têkoşîna dijî terorê wê bênavber bidome.