01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Ji duh bi şev pê va li Diyarbekirê berf dibare û mirovên bajêr tengasiyê dikşînin.

Cumalî Atîllayê ku wek Cîgirê Şaredar hat wezîfedarkirin, ekîbên ku berfê diavêjin û paqijiyê dikin kontrol kir, navenda krîzê ya şaredariyê ziyaret kir û der heqê xebatan da agahî hilda.

Li gor agahiya ku ji rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hat hildan, ekîbên şaredariyê şev û roj berfê paqij dikin. Ekîb bi 6 dozer û wesaîtên xoykirinê û bi 4 qirêderan va li hemû herêmên bajêr paqijiyê dikin.
Li navenda Diyarbekirê û navçeyên wê bi 58 makîneyên kar û 250 personelan va paqijiya berfê tê kirin.

Rêya nexweşxane û ocaxên tenduristiyê tên vekirin û peyarê ji berfê tên paqijkirin.
Di çarçoveya avêtina berfê da 500 ton xoyê û 2 hezar û 500 ton micir hat rokirin.