01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ANKARA
Li gor belgeyên Rêxistina Îstixbarata Merkezî ya Emrîkayê (CIA) ku hatin eşkerekirin, rêxistinên terorî PKK û Asala di salên 1980ê de tifaq kirine, bi hev re êrişên terorî meşandine û navendên ku terorîstên PKKê yên Ermenî jî di nav de ne ava kirine.
Belgeyên ku wesfê "bidizî" ji ser wan hatiye rakirin û ji bo bikarhênerên înternetê jî hatine pêşkêşkirin li gelek cihan navên PKKê û ASALAyê bi hev re tîne. Têkiliya herdu rêxistinan ji sala 1980ê ve ketiye nav belgeyên îstixbarî yên CIAyê û di nav raporên li ser terorê de cih girtiye.
Yek ji belgeyên herî balkêş rapora bi navê "Artêşa Bidizî ya Ermeniyan" e ku sala 1984an hatiye amadekirin. Li raporê zanyarî û analîzên CIAyê yên der barê rêxistina terorî ASALAyê de û li ser awayê rêxistinbûyîna wê cih digirin.
Di beşa bi sernavê "Organîzasyon û Tektîkên Guhêrbar ên Rêxistinê" de îfadeyên têkiliya herdu rêxistinan li ber çav radixînin balê dikşînin.
Di vê beşê de wiha tê gotin: "ASALAyê, qebûl kir ku bi PKKê re tifaq çêkirine û Mijdara 1980ê bi PKKê re êrişî Konsolosxaneya Tirkiyê ya li Strasburga Fransayê kirine."
Di belgeyeke din de jî şeklê rêxistinbûyîna PKKê ya îdeolojîk û çekdarî li Tirkiyê tê behskirin.
Li belya bi tarîxa 26ê Tebaxa 1985an jî der barê terorîstên PKK û Ermenî de ev îfade cih digire: "Havîna sala 1984an, PKKê ji milîtanên xwe, ji grûbên Kurd û çepgir û muhtemelen ji hin terorîstên Ermenî navendeke bi navê HRKê pêk anî."
Li heman belgeyê tê diyarkirin ku PKKê di meseleya rêxistinbûyîn û çalakiyan de rêxistinên terorî yên Ermenî ji xwe re wek model girtiye. Bi vî awayî jî ji bo "tesîreke psîkolojîk" çêke jî şiddet bikar aniye.