08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya bi biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî lê Şaredar hat wezîfedarkirin ji bo welatiyan "rawestgehên biklîma" çêkir.
Cumalî Atîllayê Şaredarê Bajarê Mezin a Diyarbekirê destnîşan kir ji bo xizmeta welatiyan dixebitin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li ser telîmata Atîlla ji bo zêdekirina hejmara rawestgehan dixebitin.
Di çarçoveya xebatan da rawestgehên Zanîngeha Dicleyê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hatin tezekirin.
Li bajêr ji bo zêdekirina hejmara rawestgehên biklîma xebat dewam dikin.