09 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Erziroma ku şert û mercên hewayê di zivistanê da zor û dijwar in, welatiyên ku li otobêsan siwar dibin, bi saya "rawestgehên biklîma" xwe ji sir û sermayê diparêzin.
Erzirom bi bilindahiya xwe ya hezar û 893 mêtro bajarê herî bilind ê duyemîn e û zivistanê hewa di bin sifirê da carna dibe 40 pile. Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatî serma nekin "rawestgehên biklîma" dan çêkirin.
Ji bo welatiyên ku li otobêsan siwar dibin li 50 rawestgehan klîma hat danîn ku welatî zivistanê serma nekin û havînê jî hênîk bibin.
Şaredariya Bajarê Mezin hewl dide ku li 150 ciyên din jî rawestgehên wiha çêke ku welatî serma nekin.