Ekip
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
DİYARBAKIR
Li ser rêbeja Diyarbekir-Bismilê di wextê derbasbûna wesayitên eskerî de teqemaniya ku terorîstên PKKî wek dafik danîbûn hat teqandin û 2 kesên sivîl ku sewqiyat dikirin hatin kuştin.
Li gor agahiyan di kîlometreya 45emîn a rêya Diyarbekir-Bismilê de di kêliya derbasbûna wesayitên eskerî de teqemeniya destî ya ku terorîstên PKKî berê çandibûn hat teqandin.
Di êrişê de 2 kesên ku ji Îzmîrê sewqiyata 2 wesayitên eskerî ji bo Sêrtê dikirin hatin kuştin.
Ji ber teqînê di rê de xisar çêbû û ji trafîkê re hat girtin.