Abdullah Tel
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
VAN
Ji hêla ekîba Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê va ser û binê Gola Wanê hat paqijkirin.
Şaredariyê daxuyanî da û ragihand ku noqavên profesyonel ên Midûriyeta Çêtirkirina Gola Wanê ya ser bi Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Derdorê ew wezifedar kiribûn rojên eşkere yên hefteyê bermayiyên di ser û binê golê da kom dibin, berhev dikin.
Bi simnika behrê va jî alîkariya noqavan tê kirin û noqavên li texma peravên Taxa Îskeleyê, Qela Wanê û Edremîtê ketin golê û ji nav avê tekerê wesayitan, şûşe, cam û plastîk û gelek tiştên din derxistin.
Ji noqavan Ayhan Dişarî daxuyanî da û got ku ew rojê nêzî 500 kîlo çopê ji Gola Wanê derdixin û wiha pê da çû: "Ev çop zirarê didin golê. Ez dixwazim gelê me li Gola Wanê xwedî derbikeve. Heke ku em dixwazin Gola Wanî şîn û paqij be divê em çopên xwe neavêjinê."
Di Gola Wanê da ji serê salê vir va bi 2 noqvan û simnikeka behrê va paqijî tê kirin û ev yek wê heta demekê jî dewam bike.