03 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
ADANA
Di çarçoveya operasyona li ser PKK/KCKê li bajarê Edeneyê 20 gumanbar hatin binçavkirin
Tîmên ser bi Rêvebiriya Şaxa Mucadeleya Dijî Terorê li Ewlekariya Edeneyê li 30 navnîşanî zêdetir operasyona li ser endamên PKK/KCKê kirin.
Operasyona ku polêsên Herekata Taybet jî piştgirî danê hêzên ewlehiyê bi zorê ketin nav malan. Berê sibehê 20 kesên ku tê îddiakirin endamên rêxistina terorî ne û propagandeya wê kirine hatin binçavkinin. Gumanbar piştî kontrola tenduristiyê birin rêvebiriya ewlekariyê.