10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
EFRÎN/ÎDLIB
Li Efrîna ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji hêla Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) ji terorê hat paqijkirin operasyon dewam dikin.
Di operasyona dijî komên terorê da jê 7 kuştî, 8 sax bi tevahî 15 terorîstên YPG/PKKyî hatin berterefkirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeyê ya Azad li gundê Kurkarê û bajarokên Raco, Meydankî, Şêx Hedîd û Cindêrisê li çiya û bestan xebatên lêgerînê didomînin û hin caran jî di navbera wan û terorîstên YPG/PKKyî da pevçûn çêdibin.
Li gor agahiya çavkaniyên ASAyê li Efrînê di nav hefteyekî da 15 terorîstên YPG/PKKyî hatin berterefkirin.
Hat ragihandin jê 7 kuştî, 8 sax bi tevahî 15 terorîst hatin berterefkirin, jê 4 jî reviyan.
Di operasyonan da gelek çek, muhîmat û teqemenî hatin bidestxistin.
Ji bo ku terorîstên reviyan bên dîtin operasyon dewam dikin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeyê ya Azad di 18ê Adarê da bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va Efrîn ji terorê paqij kiribûn.