06 Îlon 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
ERZÎNCAN
Li Erzincanê kamyon û wesaîteke ticarî li hev qelibîn û di qezayê da 4 kes mirin û kesek jî giran birîndar bû.
Li gor agahiyan wesaîta ticarî ya bi plaqeya 34 YA 0928 ku Alî Kolukisa diajot li texma Çatalarmuta li ser rêya Erzincan-Sêwasê bi kamyona bi plaqeya 24 EK 167 ku Îrfan Aktepe diajot va li hev qelibî.
Di qezayê şofêrê wesaîta ticarî û Bektaş û Gulsum Dogru û Songul Kolukisaya di wesaîtê da mirin.
Bulent Derinê ku giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mengucek ya Erzincanê.