10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ESKÎŞEHIR
Li Sîvrîhîsara navçeya Eskîşehirê otobêsek û tirek li hev ketin, di qezayê de kesek mir 29 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, otobêsa ku pîleqeya wê 16 NED 98 û şofêrê wê jî M.E bû li ser rêya Sîvrîhîsar û Enqereyê di kîlometreya yekemîn de bi tira ku pîleqeya wê 06 JSV 17 bû û A.Kê diajot li hev ketin.
Di qezayê de Gokhan Kayayê ku 24 salî bû û di otobêsa da wek host dixebitî, mir. Cinazeyê Kara şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîvrîhîsarê.
Şofêre otobesê M.K û 28 rêwî jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.