Nihat Kavşut
21 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
ANKARA
Di lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya li Fermandariya Hêzên Esmanî da ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê tê meşandin, 3 serbaz û 2 yarbay jî di nav da ji bo 110 gumanbarên li ser kar biryara binçavkirinê hat dayîn û jê 100 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna FETOyê ya li Fermandariya Hêzên Esmanî da 3 serbaz û 2 yarbay jî di nav da ji bo 110 gumanbarên li ser kar biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gor agahiyan li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê navend Enqere li 16 bajarî derketin operasyonê.
Hat diyarkirin di lêpirsîna FETOyê ya li Fermandariya Hêzên Esmanî da ji 110 gumanbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 100 kes hatin binçavkirin.