02 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
GAZİANTEP
Di çarçoveya êrîşa terorê ya li Gazîentabê li dijî zêdetirî 20 adresan operasyon hatin lidarxistin û hinek kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, di çarçoveya êrîşa bombeyî ya destê sibê da lêpirsîna berfireh didome.
Tîmên Têkoşîna Dijî Terorê yên Miduriya Ewlekariya Wîlayetê, bi êrîşa va têkildar li dijî 20 adresan operasyon li dar xist. Operasyona ku bi piştevaniya tîmên hereketa taybet hat lidarxistin da hinek kes hatin binçavkirin.
Tîmên ewlekariyê di cihê operasyonê da tedbîrên berfireh sitendin.
Gumanbarên binçavkirî bi mebesta sitendina îfadeyan birin Miduriya Ewlekariya Wîlayetê.