Haydar Şahin
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
MARDÎN
Hat ragihandin ku li Akarsuya gundê Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji ber operasyona li dijî terorê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat detnîşankirin ku ji bo berterefkirina terorîstan, rêvebir û hevkarên wan, îmhakirina stargeh, baregeh, depo û kozikên balafirşikênan dê operasyon bê kirin.
Hat ragihandin li herêma operasyon lê bê kirin ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê gel, li Akarsuya gundê Nisêbînê li gor Qanûna Îdareya Bajêr ji 4ê îlonê saet 01.30yî pê va hetanî fermaneke din qedexeya derketina derva hat îlankirin