Önder Beyter
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
HATAY
Li Hatayê ji ber Cejna Paskalyayê li Dêra Ortodoksan a Antakyayê ayîn hat kirin.
Welatiyên Xirîstiyan ku serê sibehê berê xwe dan dêrê, find vêxistin û dia kirin.
Efram Malûliyê Wekilê Patrîkê Epîskoposê Selefkiyayê ku girêdayî Patrîkxaneya Antakyayê ye, ji serekên Dêra Ortodoksan Jan Delluler, Dimitri Doguê û Serokê Weqfa Dêra Ortodoksên Antakyayê Fadî Hurîgîl ayîn bi rê va birin. Di ayînê da ji Încîlê hin beş hatin xwendin û îlahî hatin gotin.
Di ayîna ku li baxçeyê dêrê bi rê va çû da nimayişa konfetî hat lidarxistin û herwiha kesên ku beşdarî ayînê bûn, cejna hev pîroz kirin.