İbrahim Atmaca
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
AFYONKARAHÎSAR
Li Afyonkarahîsarê otobêsa rêwiyan wergeriya û tê da kesek mir û 20 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, otobêsa ku plaqa wê 07 MHG 22 ye, ya fîrmaya Pamukkaleyê ye û nasnameya şofêr hê nehatiye tesbîtkirin, di kîlomêtreya 35em a rêya Afyonkarahîsar û Antalyayê da wergeriya.
Di qezayê da li gor agahiyên ewilîn kesek mir û 20 kes birîndar bûn.
Piştî qezayê gelek ambulans, îtfaiye û ekîbên AFADê sewqî cihê bûyerê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Afyonkarahîsarê.
Ji aliyekî din va çûyîn û hatina rê bi kontrolî dewam dike.