Haydar Şahin
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê di çalakiya "Bi Dansa Çandan va Reng-î Hekarî 2"yê da gelek cure muzîk û reqs hatin pêşandan.
Şaredariya Hekariyê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî hat kirin ji bo welatiyan çalakiyên çandî, hunerî û civakî amade dike.
Bernameya ku bi destê Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariyê hat amadekirin li Navenda Çandê ya Ataturk hat lidarxistin.
Di bernameyê da Koma Erbaneyê derket ser dikê, paşê govendên zeybek, teke û horonê hatin girtin û şano hat lîstin.
Walî Cuneyît Orhan Toprak di bernameyê da axivî û diyar kir ku li Hekariyê ciwanên ku girîngiyê didin çand û hunerê hene.
Toprak got dixwazin koma Bi Dansa Çandan va Reng-î Hekarî 2yê li Tirkiyeyê bidin nasîn û wiha pê da çû:
"Wezîfeya me ew e ku vê qabîliyeta wan derxin holê. Hemû xweşikahiyên li vê derê encama hewlên ciwanên me ne. Dema gelê me li van ciwanan xwedî derdikeve, li çand û hunerê xwedî derdikeve û hesasiyetê nîşan dide em kêfxweş dibin. Bi îzna Xwedê em ê van çalakiyan bidomînin. Ji sedî 85ê endamên komê ji Hekariyê ne. Lêbelê dema li govendên wan mêze dikî dibînî ku govendên Ege, Behra Reş, Trakyayê digrin. Ji gelê wê derê baştir jî govendên herêmên wan digrin."