01 Îlon 2016•Rojanekirin: 02 Îlon 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê di coha avê da 4 bombeyên destan û 14 teqemeniyên ku hatine çêkirin hatin dîtin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku operasyon û xebatên li dijî PKKya rêxistina terorê dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya xebat û operasyonan da li ser îxbara welatiyan ku 2 zilam polêsan dibînin û çenteyê di destê xwe da diavêjin û direvin li taxa Bulakê derketin lêgerînê.
Hat destnîşankirin ku di coha avê da di çenteyekî piştan ê reş da 4 bombeyên destan û 14 teqemeniyên bi destan çêkirî hatin dîtin.
Li gor agahiyan der barê mijarê da teqîbata edlî dewam dike.