Fatih Gazioğlu
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê bi destê Serokatiya Daîreya Tendurîstî, Çand û Sporê ya Zanîngeha Hekariyê bi navê "Ji Guldexwînan re merheba" meşek hat lidarxistin.
Gelek xwendekar û xebatkarên zanîngehê beşdarî meşa ku bi rêberiya Emîn Yildirim li Geliyê Devrîlen Kaya û Sûlava Oreyê hat kirin bûn.

Xwendekaran bi xêra meşê kulîlkên Guldexwînê li cihê wan dîtin.
Hîndekar Emîn Yildirim got ku coxrafyaya Hekariyê gelekî xweş e û wiha got: "Li vê derê mirov dikare hemû sporên siruştê bike. Ji kaşûnê bigirin heta raftîngê hûn dikarin gelek fealiyetên cuda bikin. Bi saya van çalakiyan xwendekarên me xweza û zozanan dibînin."
Xwendekar jî ji ber gerê û dîtina kulîlkên Guldexwînê gelekî kêfxweş bûn.