Haydar Şahin
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
BITLÎS
Li Hîzana navçeya Bidlîsê personelên Navenda Ciwaniyê di çarçoveya projeya "Koma Pirtûkxwendinê" da pirtûk xwendin.
Projeya ku Wezareta Spor û Ciwaniyê ji bona gel pirtûkan bixwîne amade kiribû li Hîzanê hat destpêkirin.
Navenda Ciwaniyê ya Navçeyê di çarçoveya kampanyayê da li parkê çalakiya xwendina pirtûkê li dar xist.

Di çarçoveya çalakiyê da xebatkarên navendê û ciwanên dildar qasî demekê pirtûk xwendin.
Murat Aydinê xebatkarê Navenda Ciwaniyê got ku li tebîetê hem bi xwendekaran ra pirtûk xwendin û hem jî çay vexwarin.
Aydin got di çalakiyê da xwestin ku balê bikişînin ser girîngiya xwendina pirtûkê û ew ê çalakiyên wiha bidomînin.