Önder Beyter
14 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
ERZURUM
Tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dem demî berf bibare.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê pêşbînîkirin ku li piraniya herêmê hewa wê pir ewrayî be û ji ber destê sibê pê va dem demî berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê di asta demsalê da be û herwiha ba jî wê ji hêla başûr û rojavayê başûr hinekî qewî rabe.
Li herêmê germahiya herî nizim li Tunceliyê 1, li Erzinganê 3, di bin sifirê da li Qersê 7, li Agiriyê 5, li Erdexanê 4, li Erziromê 3 û li Îdirê jî pileyek hat pîvan.
Nava rojê jî pileya herî bilind a germahiyê jî tê texmînkirin ku wê li Îdirê 8, li Tunceliyê 7, li Erzinganê 5, li Qers û Erziromê 2, li Agirî û Erdexanê jî pileyek be.
Li navenda bajêran qalindahiya berfê jî li Erdexanê 17, li Erziromê 14, li Qersê 5 û li Agiriyê jî 4 santêmêtro hat pîvan.
Peywirdaran welatî, kesên eleqedar û bi taybetî jî ajovan hişyar kirin ku bişev û ber destê sibê wê cih cihan mij û bûsî çêbe û herwiha hişkî dê bikeve erdê, qerm û cemedê çêbe ku divê li hemberî van rewşan baldar û bitevdîr bin.
- Li Qersê rêyên 15 gundan hatin girtin
Li Qersê berfa ku bişev dest pê kir, dewam dike.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhastinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li Akyakayê rêya 2 gundan, li Susuzê ya 3 gundan, li Qaxizmanê jî ya 5 gundan hat girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatên xwe kirin.